Mehaneya ku welatî distîne ji ber zêdebûna fatûre û lêçûn û mesrefan, qîma wan nake.
Welatî ji bo debara xwe bikin neçar in ku biçin bankeyan û pêdiviyên xwe bi cih bînin. CHP'ê anî ziman ku deynê welatiyan ê bankeyan di asteke rekor de zêde bûye, di rapora aborî ya heftane ya Meclîsê de tespîtên girîng kirin. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku hejmara welatiyên ku ji bankayan pere deyn kirine tenê di hefteyekê de 17 milyar û niv lire, ji serê salê heta niha jî 329 milyar Lîre zêde bûye. Di raporê de ku hat diyarkirin bi enflasyonê re deynê bankayan zêde bû, hat destnîşankirin ku deynê şexsan ê li bank û şîrketên fînansekirinê jî heta 30ê îlonê derketiye 1 trîlyon û 355 milyar lireyî.