Zêdebûna hewaya germ û hişyarîyên xetereya tenduristîyê ya ji bo Amed û bajarên herêmê berdewam dike.
Zêdebûna hewaya germ û hişyarîyên xetereya tenduristîyê ya ji bo Amed û bajarên herêmê berdewam dike.
Tê pêşbînîkirin ku bandora pêla germê kêm bibe, lê tê gotin ku dibe ku di rojên pêş de pêleke nû ya germê bandorê li tevahîya Tirkîyeyê bike.
Rêxistina Meteorolojîyê ya Cîhanê (WMO) derbarê germa zêde ya ku di van demên dawî de bi taybetî li nîvkada bakur û li seranserê cîhanê bi bandor bûye, hişyarî da.
Midûrê Navenda Lêkolînê ya Polîtîkayên Avhewayê ya Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Levent Kûrnaz banga lezgîn kir û dîyar kir ku divê pêlên germê jî mîna lehî û felaketên xwezayî bibin sedema karesatan.
Navenda Texmîn û Hişyarî ya Meteorolojîyê ya Amedê hişyarîya xwe dubare kir û destnîşan kir ku divê hemwelatî, bi taybetî jî pîr û zarok di navbera demjimêr 11.00-16.00an de ku dema herî germ e, baldar bin.