Zema buhayê benzînê di buhayê firotanê de xuya bû. Bilindbûn û kêmbûna nirxên pereyên bîyanî û petrolê û zêdebûna bacê, bandora xwe ya li ser buhaya neftê didomîne.
Ji 20ê Berfanbarê roja Çarşemê pê va ji bo koma benzînê lîreyek û 49 quruş zem pêk hat.
Di koma mazotê de ti agahîyek ji zêdebûn û daxistinê tineye. Li gor buhayên niha yên neftê li Amedê lîtreya benzînê bi 35,86 lîreyê, mazot jî 36,82 lîreyê tên firotin