Li navçeya Çungûşê kesek piştê doza derbarê xwedîyê kûçikê ku kurê wî gezkiribû qezenç kir, îdia kir ku li wî xistin e.
Li Çungûş a navçeya Amedê di 14ê Nîsana 2021an de kûçikek zarokê bi navê E.A. yê 13 salî gez kir û zarok ji gelek cîhên laşê xwe birîndar bibû. Li ser vê derbarê xwedîyê kûçikê de gilîyê sûç kir.
Serokê Navçeya Çunguşê ya CHPê Seyît Akdag ê xwedîyê kûçikê, di doza ku derbarê wî de hatibû vekirin de, 112 roj cezayê pere hat birrîn, lê belê ragihandina biryarê hat taloqkirin.
Bavê E.A. Suat A. bi îdîaya ku piştê roja ku biryar hat dayîn 4 êrîşên ku 2 ji wan di kamerayên ewlehîyê û telefonên destan de hatin qeydkirin, derbarê Akdag de serlêdana sûc kir.
Suat A., dîyar kir ku ji ber dijminatîyê dev ji karê xwe berdaye û koçê Elezîzê kirîye û wiha got: “Ez dixwzaim ku edalet pêk bê û ew bên cezakirin. Tevî ku hemû tedbîran hat girtin jî li ku derê min dibînin heqaret û gefan li min dixwin.”
Seyît Akdag sûcdarkirina qebûl nekir û wiha axivî, “Berê tu dijminatîya min bi vî zilamê re tunebû, kesekî ku tim dihat çay û qehweya min vedixwar. Lê niha bûye derewkar û tometan li me dike."