Li Amedê kesê ku bertek nîşanê beraeta yekane girtîyê doza qetilkirina birayê xwe da, 4 roj cezayê dîsîplînê lê hat birrîn.
Di bûyera 4’ê Nîsana 2022’an de li kolana Sunay a navçeya Baglar a Amedê Serhat Dondar bi çekê Muzaffer Kizil qetil kir.
Mûbîn Ç.’yê ku Serhat Dondar bi texsîya xwe anîbû cîhê bûyerê û biribû, di doza ku bi hinceta ku alîkarîya kuştinê kirîye û girtî dihat darizandin de beraet kir.
Birayê Muzaffer Kizil Mucahit Kizil bertek nîşanê biryarê da û got, "Niha we vî kesê serbest berda, ez ê vî kesê bikujim.
Ma malbata me ne heyfe?" Muzaffer Kizil bi hinceta ku di danişînê de rêzikname xera kirîye 4 roj cezayê dîsîplînê jê re hat dayîn û şandin girtîgehê. Bersûcê kuştinê fîrarî Serhat Dondar ê ku dosyaya wî hatîye veqetandin, lêgerîna wî didome.