Ji serê salê û vir ve gelek verastkirinên derbarê welatî, esnaf û sektora reel de wê têkevin rewacê.
Ji serê salê û vir ve gelek verastkirinên derbarê welatî, esnaf û sektora reel de wê têkevin rewacê.
Yek ji verastkirina herî girîng ku wê ji 1ê Çileyê pê ve têkeve rewacê, Qanûna Guhertina Rêziknameya Bazirganîya Elektronîkî ye ku sektora bazirganîya elektronîkî birêkûpêk dike.Di serê salê de baca konax danînê ya ku wê bi rêjeya ji sedî 2 were sepandin jî, wê têkeve rewacê.Ji 1'ê Çileyê pê ve betlaneya yek rojî ya berberxane, kuafor û salonên bedewîyê dest pê dike. Baca şahîyê ya ji sedî 10 a ku temaşevan bi bihayê bilêtê li cihên wekî sînema, konser û pêşbirkên werzîşê dide, ji 1ê Çileya 2023yê û pê ve nayê girtin.