Gelê Tirkîyeyê xwe amade dike ku wê roja 28ê Gulanê cara duyemîn biçin ser sindoqan.
Gelê Tirkîyeyê xwe amade dike ku wê roja 28ê Gulanê cara duyemîn biçin ser sindoqan.
Di vê navberê de li ser medyaya civakî îdîayên ji hev cûda hatin parve kirin.
Herî dawî jî hat îdîakirin ku hejmara sindoqan hatine guhertin û bi reqemên li belgeya agadarîyê ya hilbijêran nivîsandî sindoqa berê nayê dîtin.
Midûrîyeta Navenda Ragihandinê ya Têkoşîna li dijî Dezenformasyonê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bersiv da van îdiayan.
Li gor vê yekê hilbijêr wê di tûra duyemîn de jî, di heman sindoqên ku di 14ê Gulanê de deng dabûn wê dîsa dengê xwe bidin.
Her wiha hat gotin ku wê belgeya agahdarîyê ya hilbijêran ji nû ve were çap kirib û belav kirin. || AMED TV ||