Herêma Qerejdaxê ku 30 kîlometre ji Amedê dûr e wek navenda hilberîna firîngiyên organik tê bikaranîn.
Herêma Qerejdaxê ku 30 kîlometre ji Amedê dûr e wek navenda hilberîna firîngiyên organik tê bikaranîn.
Firîngiyên ku li ser zeviyên bi hezaran donimî hatine danîn piştê ku tên berhevkirin û hişkkirinê ji ber tunebûna tesîsan dişînin bajarê Manîsayê. Ev tişt jî aliyê aboriyê de mesrefek giran çêdike. Cotkarên herêmê daxwaza tesîs û kargehên şûştin û pakêtkirinê dikin. Yek ji cotkarê herêmê Melîk Aslan ku li vê herêmê bi salan e firîngiyan datîne wiha got: “Ji ber nebûna tesîsan em sûdê ji berhemên xwe nagrin. Qezenca ku tê piranî diçe mesrefan. Ji bo vebûna kargehan me gelek caran serî li saziyên dewletê da lê me nekarî tu piştgirî ji wan bigrin.”