Derbarê Hevseroka Cemîyeta Rojnamevanên a Dîcle Firat (DFG) û Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Mûftûoglû, di doza ku girtî dihat darizandin de biryara berdanê hat dayîn.
3yemîn danişîna doza Mûftûoglu yê ku di 29ê Nîsana 2023an de li Amedê di serdegirtina mala xwe de di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatibû binçavkirin û bi îdîaya
"endamtîya rêxistina terorê" re 3'ê Gulanê Roja Rojnamevanên Cîhanê hatibû girtin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dozgerîyê biryara berdewamkirina girtina Mûftûoglû xwest, lê dadgehê biryara berdana Mûftûoglû da.