Wezîrê Daristan û Çandinîyê Vahît Kîrîşçî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku wê heqên piştgirîyê bişînin hesabên bankayên cotkaran û wiha berdewam kir: “Em ê îro heqê piştgirîyê yê çandinîyê ku 32 milyon û 651 hezar û 947 lîra ye dişinin hesabên bankayên cotkaran.

Di vê çarçoveyê de ji bo ‘Piştgirîya Projeya Destên Pispor’ 16 milyon û 363 lîra, ji bo Piştgirîya Hûbûbatê jî 9 milyon û 590 hezar lîra hat şandin. Ligel van yekan ji bo Piştgirîya Regulasyona Goştan 5 milyon û 310 lîra, ji bo piştgirîya kesên pez xwedî dikin milyonek û 387 hezar lîra wê were şandin.”