Li Amedê hemşîreya ku hewl da bi maqesê banda bi deste pitik ve zeliqandî bibire, tilîya zarokê jî birrî.
Li Amedê hemşîreya ku hewl da bi maqesê banda bi deste pitik ve zeliqandî bibire, tilîya zarokê jî birrî.
H.B.ya 6 mehî, do êvarê ji ber nexweşîya wê ji alîyê malbatê ve rakirin Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenîyê. Piştê tedawîya pitika ku xeta damara wê ji bo serûmê hatibû vekirin, hemşîreyê xwest ku banda wê rake. Piştê ku band jê ranebû, hemşîre bi maqesê serê tilîya zarokê jî pê re birrî. Pitika ku tilîya wê hat birîn, piştê mudaxeleya ewil a li nexweşxaneyê sevqê Beşa Cerahîya Destan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat kirin. Dema ku pitik ji bo tilîya wê ya jêkirî pêve bê qewandin hat emelîyat kirin. Di vê navberê de derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.