Helbestvan Mensûr Meçîn ku yek ji pêşkêşvanên Amed Radyo TV ye ji alîyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve weke "Hozanê Gel" hat qebûlkirin.
Helbestvan Meçîn ku bernameya "Derîyê Dila" ya di Amed Radyo TV de pêşkêş dike, di çarçoveya "Hozan/Helbestvan, Helbestvanê Gel" de serî li Midûrîyeta Giştî ya Teknolojîyên Agahdarîyê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê da.
Guncav hat dîtin ku “Nasnameya Hunermend” bidin Helbestvan Meçîn.