Li Riha û Semsûrê, hejmara kesên di lehîyê de jîyana xwe ji dest dane derket 17 kesan.
Li Riha û Semsûrê, hejmara kesên di lehîyê de jîyana xwe ji dest dane derket 17 kesan.
Xebatên lêgerînê li herêmên ku lehî lê rabûne berdewam dikin.
Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê, li navçeya Eyyûbîye ya Rihayê di navendeke bazirganîyê de ku jêrzemîna wê di encama lehîyê de tije av bûbû, cesedê kesekî dîtin.
Tê nirxandin ku cenaze aîdê xebatkarê paqijîyê Omer Zaman ê ku hat di lehîyê de wenda bûbû ye. Li bajêr ji ber lehîyê heta niha 17 kesan jîyana xwe ji dest dane.