Di karesata lehîyê ya li Riha û Semsûrê de hejmara qurbanîyan zêde dibin.
Di karesata lehîyê ya li Riha û Semsûrê de hejmara qurbanîyan zêde dibin.
Li bajarên Riha û Semsûra ku bandora karesata erdhêjê lê didome, ev car ji ber baranê lehî rabû. Kuçe û kolanê bajêr di bin avê de man û siware ber avê çûn.
Li navenda Rihayê, ser û binê pira Abîde bi avê tijî bû, bajar bi yekser bû wek gola avê.
Ji alîyê din ve xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Li bajêr ji ber baran û lehîyê perwerdehî ji bo rojekê hat rawestandin.
Walîtîya Rihayê ji kesên ku li qatên erdê û jêrzemînan yên li nêzî çem û qanalên avê dijîn, hişyarî da ku divê malên xwe vala bikin.
Rêya Semsûr-Çelîxanê jî, ji ber hilweşîna pirê ji trafîkê re hat girtin. Li herêma ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin, li Rihayê 13, li Semsûrê jî 2 kesan jîyana xwe ji dest dane.