Li Mereşê erdhejên ku bi lerza 7,7 û 7,6an pêk hatin, di roja 10emîn de ye.
Li Mereşê erdhejên ku bi lerza 7,7 û 7,6an pêk hatin, di roja 10emîn de ye.
Piştê erdhejan do bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan yekemîn Civîna Kabîneyê hat kirin. Piştê hevdîtinê Serokomar Erdoganê li Navenda Kordînasyona AFADê rewşa dawîn ragihand. Serokomar Erdogan diyar kir ku di erdhejê da hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 35 hezar û 418, hejmara birîndaran jî derket 105 hezar û 505an. Serokomar Erdogan bi bîr xist ku ew ê ji bo her malbatekê 10 hezar lîre alîkariya piştgiriyê bidin û wiha got; “Em ji bo hewcedariyên lezgîn 100 hezar lîre pere didin. Her wiha em ê piştgiriya zêde bidin welatiyên xwe. Ji bo karsazên li herêmê fonên garantiya krediyê yên zêde hatine amadekirin. Ji bo ku herêma ku 20 milyar dolar di hinardekirina welatê me de cih digire, em ê her cure alîkariyê bikin.”