Parlamenterê Amedê yê HEDEP Serhat Eren, bi îdîaya ku di îhaleya "Pêşkêşkirina Nîşaneyên Hejmara Deriyan" a di 11'ê Îlonê de ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê de bêrêtî heye, derheqê wî de pirsname pêşkeşê Meclîsê kir.
Ji alîyê Parlamenterê Amedê yê Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (HEDEP) Serhat Eren ve bi îdîaya ku di îhaleya "Pêşkêşkirina Nîşaneyên Hejmara Deriyan" a di 11'ê Îlonê de ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê de bêrêtî heye, derheqê wî pirsname pêşkeşê Meclîsê hat kirin.
Eren, di pirsnameya xwe de xwest ku Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî bersivê bide.
Eren di pirsnameya xwe de wiha got, "dayîna îhaleyekê ji heman şîrîketê re bi heman naverokê, bi taybetmendîyên copy-paste, gumanan derxist holê ku ew kesên ku di çapemenîyê de bi tawanên bêrêtîyê bi berfirehî belav bûne, li pey bêrêtîyek nû ne.