Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî biryara blokekirina hesabên wan wê kampanya bidin destpêkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî biryara blokekirina hesabên wan wê kampanya bidin destpêkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di çarçoveya doza ku ji bo girtina HDP'ê hatibû vekirin de, li ser serlêdana Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, biryara astengkirina hesabên partiyê ku alîkariya Xezîneyê wergirtibû, da. HDP'ê biryar da ku kampanyaya "Xezîneya me gelê me ye" bide destpêkirin. Kampanya wê bi civîna çapemeniyê ya ku wê roja Pêncşemê ji aliyê Berdevka HDP'ê Ebru Gunay ve bê lidarxistin, dest pê bike.