Di Civîna Lijneya Rêveberîya Navendî ya HDP'ê (MYK) ya ku wê di 27'ê Sibatê de bê lidarxistin de, hat ragihandin ku Wê mijara namzetan û hilbijartinan bikeve rojevê û piştê erdhejê wê biryara dîyarkirina namzetan bê nirxandin.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel ji rojnameya Cumhurîyetê Sefa Uyar re axivî û got, “Xebatên li qada erdhejê û pêdivîyên gel, rojeva me ya sereke ye. Me di nava vê êş û janê de nîqaşa hilbijartinê nekir. Me civîneke bi rojeva hilbijartinê pêk neanî."
Temel dîyar kir wê di 27’ê Sibatê de li Enqereyê bicive û wiha got, “Yek ji rojeva sereke ya civînê erdhej û rewşa piştê wê û rojeva din jî hilbijartin be. Di 27’ê Sibatê de em ê mijara hilbijartinê bînin rojevê û nîqaşan bikin. Hilbijêrên me dixwazin ku em helwestek berbiçav û zelal derxînin holê."