'Konferansa Komara Demokratîk' a ku ji alîyê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Stenbolê hat organîzekirin dest pê kir.
'Konferansa Komara Demokratîk' a ku ji alîyê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Stenbolê hat organîzekirin dest pê kir.
Di roja yekemîn a konferansê de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan axaftina destpêkê kirin. Sancar got ku divê peymaneke civakî bê çêkirin û ev peymana civakî li hemû beşên civakê belav bibe. Her wiha Sancar, anî ziman ku civak di krîzan de li rêyekê digere û bal kişand ser avakirina yekîtîya demokrasîyê. Di berdewamîya axavtina xwe de jî Sancar wiha got, "Armanca me ew e ku li vê welatê dema ku em dikevin sedsala nû ya komarê, li rêyên ku welat li demokrasîyê bê vegerandin bigerin." Pervîn Buldan a ku di axaftina xwe de bal kişand ser komara wekhev û demokratîk, wiha got, “Ev welat komar e, erê, encax bi azadî û wekhevîya jinê dikare bigihîje cewher û astek rast a demokratîk. Em ancax bi peymaneke civakî ya nû ya li ser esasê maf û hemwelatîya wekhev dikarin vê avakirinê pêk bînin.”