Rêxistinên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Rihayê, Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Rihayê û Partîya Çepên Kesk a Bajarê Rihayê têkildarî şerên navbera malbatan û bûyerên navbera kesan ên demên dawî daxuyanî da.

Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş, di daxuyanîyê de axivî û êrişa li Esenyûrta Stenbolê di dikanek tekelê de û êrişa li dijî êzidîyên Wêranşarê qewimîn bi bîr xist.
Atiş bal kişand ser çekdarkirina şexsî, tundî û şerê çekdarî ku di demên dawî de zêde bûne û wiha got: "Hikûmetê rê li ber çekdarkirina şexsî vekirîye.
Bajarê ku di salên dawî de herî zêde şerê çekdarî lê hat kirin Amed bû. Ev du sal in li Rihayê jî bûyer û şerê navbera malbatan diqewimin.”
Atiş da zanîn ku ev şer ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê jî pêk tên.