Piştê erdhejên ku navenda wê Mereş e, Rêxistina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê atolyeya konan ava kir.
Piştê erdhêjên ku navenda wê Mereş bû, Rêxistina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê atolyeya konan ava kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu derbarê erdhêj û piştê erdhêjê nirxand. Encu ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û wiha got, "Me ji hêrs û berteka gel a di dema erdhêjê de fêm kir ku dewlet û hikûmet di bin xirbeyan de mane."
Encu destnîşan kir ku ji bo çareserîya pirsgirêka konên ku ne dewlet û ne jî rayedarên hikûmetê şandine, wan atolye ava kirine û wiha got: “Ji bo pêdivîyên mirovên li herêma erdhêjê bi cîh bînin me atolyeya demkurt ava kir. Em niha di wê atolyeyê de konan çêdikin.”