Komîsyona Girtîgehan a Navend ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) "Rapora Girtîgeha Girtî ya Ewlekarîya Bilind û Tîpa S" eşkere kir.
Komîsyona Girtîgehan a Navend ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) "Rapora Girtîgeha Girtî ya Ewlekarîya Bilind û Tîpa S" eşkere kir.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz, berîya rapor bê eşkerekirin axivî û wiha got, “Zindan ev demeke dirêje di rojeva Tirkîyeyê de ye û binpêkirinên kronîk-kategorîk ên ku nehatine çareserkirin her tim rû didin.
Di destpêka salên 2000’î de bi destpêkirina Tîpên F re tecrîd û tecrîdkirina girtîyan bi giranî hate nîqaşkirin.
Sazîyên pispor, bijîjk û psîkologan destnîşan kirin ku tîpên F wê bandorek neyînî li tenduristîya girtîyan bike û divê bên rakirin.
Piştê tîpên F ketin rewacê girtî mehkûman jî bertek nîşandan. Di çalakîya girtîyan de mûdaxeleyên gelek tund hatin kirin û di wê heyamê de gelek girtîyan jîyana xwe ji dest dan.
Di vê mijarê de îro navên tîpên F hatine guhertin û hebûna wan wekî ewlekarîya bilind, tîpên S û tîpên Y her ku diçe zêde dibe. Armanc tecrîdkirina girtîyan e.
Em weke Komeleya Mafên Mirovan careke din dîyar dikin ku her çend navên girtîgehan bên guhertin jî, heman armancê pêk tînin û bandorên neyînî li ser tenduristîya girtîyan dikin."