Hat îddîakirin ku li Amedê avahîya ku di erdhêjê de zirareke mezin dîtîye, di sîstemê de hatîye guhertin û wek kêm xesar hatîye qeyd kirin.
Hat îddîakirin ku li Amedê avahîya ku di erdhêjê de zirareke mezin dîtîye, di sîstemê de hatîye guhertin û wek kêm xesar hatîye qeyd kirin.
Li Amedê xebatên kontrolkirina xisarên erdhêjê temam bûn. Li gor îdîayan 3 roj piştê erdhêjê li Taxa Huzurevlerî ya navçeya Kayapinarê ji bo Apartmana Rûken a 7 qatî rapora "xisareke giran" hatîye dayîn.
Xwedîyê dikanekê û hin niştecihên avahîyê, îdia kirin ku avahî piştê demekê di sîstemê de wek "kêm xesar" hatîye qeyd kirin û wan daxwaznameya îtîrazê amade kirine û ji rayedaran re ragihandine.
Şênîyên avahîya Rûkenê daxwaz kirin ku rewşa xisara avahîya wan, di pergalê de bê sererastkirin û tedbîrên pêwîst bên girtin.