Piştê êrîşên Amrîka û Îngîlîstan yên li ser Yemenê ku bi hinceta ewlekarîya bazirganîya deryayî hat gotin, Hûsîyan ragihandin ku ew ê êrîşên keştîyên Îsraîlê bidomînin.
Berdevkê Hûsîyên Yemenê Muhammed Abdusselam di daxuyanîya xwe de wiha got, "Komara Yemenê ji bo parastina Îsraîlê û rawestandina operasyonên Yemenê yên ji bo piştgirîya Gazeyê rastê êrîşa hovane ya Amerîka-Îngilîzan hat.
Bi vê êrîşa xayînî re bi ehmeqîyê kirin." Di berdewamîya daxuyanîyê de wiha hat gotin: "Bi rastî tu hinceteke van êrîşên li ser Yemenê tune ye.
Li Behra Sor û Behra Umanê ti xeterî li ser keştîyên navneteweyî tune bû. Ji xeynî keştîyên Îsraîlê û keştîyên ku ber bi benderên Filistînê yên dagirkirî ve diçin, tu hedefên din tune bûn. Lê êrîşên ji keştîyên Îsraîlê re wê bidome.”