HÛSÎYAN: EM Ê LI KEŞTÎYÊN AMRÎKA YÊN ŞER BIXIN
Hûsîyên Yemenê gef li Amrîkayê xwar û got, "Eger rageşîya li Behra Sor zêde bibe, em ê li keştîyên we yên şer bixin." Li hêlek pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de berdewam dikin, hêla dinê jî çalakîyên Hûsîyan ên li Yemenê li Behra Sor bi lez zêde bûne.
Koma ku Îran piştgirîya wê dike, ji Amrîka ya ku bi welatên wek Îngilîstan, Kanada, Fransa û Îtalya ji bo ewlekarîya deryayî mîsyonên xwe ava kirîye re bi eşkere gef lê xwar.
Serokê Hûsîyên Yemenê Abdulmelîk El-Hûsî ragihand ku ger Amrîka li Behra Sor rageşîyê zêde bike, ew ê bi roket û balafirên bêmirov li keştîyên şer bixin. Hûsî, Amrîkayê bi milîtarîzekirina Deryaya Sor tawanbar kir û bang kir ku li dijî destwerdana navneteweyî tevbigerin.