Ciwanê ku ji Antalyayê ji bo beşdarê ezmûnê bibe hatibû Amedê ev bû 5 roj wenda ye û tu agahî jê nayê wergirtin.
Gokhan Ozer ê 18 salî ku bi malbata xwe re li navçeya Kepez a Antalyayê dijî, di 21'ê Îlonê de ji bo beşdarê ezmûna berpirsîyarîya lîseyê bibe hatibû memleketê xwe navçeya Bismilê ya Amedê.
Ozerê ku li cem dapîra xwe dima, di 22ê Îlonê roja Înê de beşdarê ezmûnê bû, ji bo ezmûna duyemîn a ku wê roja duşemê bihata lidarxistin bibaya, ji roja yekşemê û pê de venegerîyaye malê.
Malbata ciwanê wenda, agahî da polêsan û xwest kurê wan bi silametî were dîtin.
Hat tespîtkirin ku Ozer, herî dawî pereyê ku xwestîye ji ÎBANa kesekî bi navê R.K re şandîye.
Lêgerîna Gokhan Ozer berdewam dike,
Bavê wî Nejdet Ozer, derbarê kurê xwe de got, “Kurê min tiştên nebaş û xerab ne dikir û bi kesên wiha re jî ne heval bû. Ev bû 5 roj em lê digerin. Ji kerema xwe kesên wî bibînin an jî bibihîzin bila polêsan agahdar bike.”
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk