Fuara Çandinî û Ajalwanîyê ya Mezopotamyayê ya 14emîn ku ji alîyê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) û Koma ALZê ve tê organîzekirin, bi beşdarîya zîyaretvanan dewam dike.
Fuara Çandinî û Ajalwanîyê ya Mezopotamyayê ya 14emîn ku ji alîyê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) û Koma ALZê ve tê organîzekirin, bi beşdarîya zîyaretvanan dewam dike.
Fûara ku bi qebareya kar û barên xwe yên ku di firotina mekanîzmaya çandinîyê de kedeke mezin da aborîya neteweyî û herêmê, ji bo hilberîneran bû çavkanîya motîvasyonê. Di fuara ku derîyê xwe di 26ê Avrêlê vekiribû, geşedanên teknolojîk ên di sektora çandinî û ajalwanîyê de ku her diçe zêde dibe ji cotkarên herêmê re hat danasîn. Fuar wê di 30ê Avrêlê demjimêr 18:00an de derîyên xwe ji mêvanan re digire.