Fransa û Almanya ji bo têkoşîna li dijî koçberîya neqanûnî wê yekîneyeke hevpar ava bikin.
Fransa û Almanya ji bo têkoşîna li dijî koçberîya neqanûnî wê yekîneyeke hevpar ava bikin.
Wezîrê navxweyî yê Fransa Gerald Darmanin û Wezîra Karên Hundir a Elmanyayê Nancy Feaser di 23’yemîn Civîna Lijneya Wezîran a Fransa-Almanya ku li Parîsê ya paytexta Fransa li Qesra Elyseeyê hat lidarxistin de hatin cem hev. Piştî civînê, Darmanin li ser Twitterê ragihand ku wî û Feaser bi sedem Civîna Encûmena Wezîran a Fransa û Almanyayê rêkeftinek li ser avakirina yekîneyeke hevbeş, ji bo têkoşîna li dijî koçberîya neqanûnî îmze kirine. Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku Fransa û Almanya ji bo ku pêla koçberîyê baştir kontrol bikin bi hev re tevdigerin.