FIROTINA QURBANAN LI GOR SALA BORÎ GELEK KÊM BÛ
Çend roj berîya Cejna Qurbanê, li Amedê firotina qurbanan dest pê kir, lê ji ber kêmbûna hêza kirînê ya welatîyan û bihabûna qurbanan, hat dîyarkirin ku firotina qurbanan ne wek berê ye.
Çend roj berîya Cejna Qurbanê, li Amedê firotina qurbanan dest pê kir, lê ji ber kêmbûna hêza kirînê ya welatîyan û bihabûna qurbanan, hat dîyarkirin ku firotina qurbanan ne wek berê ye. Bazirganên ajalan, gazinan ji bihabûna êmê dikin û welatî jî ji ber bihabûna qurbanan nikarin xwe nêzê qurbanan bikin. Bazirganên ajalan ragihandin ku li gor sala borî, firotin gelekî kêm bûye.