Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştê hevdîtina bi Serokkomarê Ukraynayê Zelenskîy re daxuyanî da û got, "Hêvîdar im dema Înîsîyatîfa Zad a Deryaya Reş dîsa bê dirêjkirin.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştê hevdîtina bi Serokkomarê Ukraynayê Zelenskîy re daxuyanî da û got, "Hêvîdar im dema Înîsîyatîfa Zad a Deryaya Reş dîsa bê dirêjkirin.
" Serokkomarê Ukraynayê Zelenskîy yê ku li ser vexwendina Serokkomar Erdogan hatibû Stenbolê, li Qesra Vahdettîn bi merasimekê pêşwazî kir. Di hevdîtinê de mijarên herêmî û navneteweyî yên wekî têkilîyên her du welatan, geşedanên dawî yên şerê Rûsya û Ukrayna û Peymana Korîdora Zad ya Behra Reş ku wê di 17'ê Tîrmehê de bi dawî bibe, hatin nirxandin.
Hevdîtin bi qasê 2 demjimêr û nîvan berdewam kir. Serokkomar Erdogan, derbarê Peymana Korîdora Zad a Deryaya Reş wiha got, "Ez hêvî dikim ku maweya wê 17ê tîrmehê de biqede, wê were dirêjkirin. Em çav li rê ne ku ji 2 mehan carekê, qe nebe ji 3 mehan carekê bibe. Emê hewl bidin ku maweyê derxînin 2 salan."