Ji ber erdhêjê erkên mecbûrî yê mamosteyan heta salekê hat taloqkirin.
Wezareta Perwerdehîya Neteweyî, derbarê mijarê de daxuyanî da û dîyarkir ku îsal ji bo mamosteyên di sazîyên girêdayê wezaretê yên di qada xizmetên 1, 2 û 2yan de dixebitin, di çarçoveya erka kar a mecbûrî de wê îsal tayîn neyên kirin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Ji ber karesata erdhejê, em wezîfeyên mecbûrî yên mamosteyên xwe heta salekê taloq dikin."