Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da û got, "Îradeya we ya di sindoqan de encam daye, li ser serên me ye."
Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da û got, "Îradeya we ya di sindoqan de encam daye, li ser serên me ye."
Erdogan di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê da wiha got: "Ez ji dil spasîya birayên xwe yên li herêma erdhejê dikim ku piştê felaketa mezin a 6ê Sibatê çûn ser sindoqan û bi rêyên demokratîk nêrînên xwe yên sîyasî û tercîha xwe nîşan dan.
Îradeya we ya di sindoqan de derketîye holê li ser serê me cih digire. Ji ber ku encamên li bendê bûn derneketin, em hêrs û kîn û nefreta ku ji alîyê hin derdoran ve li dijî gelê me yê birîndar tê kirin, red dikin."