Tirkîyeyê qebûl kir ku endamtîya Swêdê ya NATOyê were erêkirin.
Tirkîyeyê qebûl kir ku endamtîya Swêdê ya NATOyê were erêkirin.
Di hevdîtina navbera Tirkîye, Swêd û NATOyê de hat ragihandin ku Tirkîye wê Protokolên Tevlêbûna NATOyê yên Swêdê bişîne Meclîsê û ji bo erêkirina wê wê di nav hevkarîyeke nêzîk de be.
Li alîyê din Swêd wê bi aktîf piştgirî bide pêvajoya endamtîya Tirkîyeyê ya Yekîtîya Ewropayê (YE) û di serî de nûkirina Yekîtîya Gumrukê û serbestkirina vîzeyê.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan endamtîya Swêdê ya NATOyê pejirandîye. Stoltenberg, piştê civîna bi Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson re pirsên rojnamevanan bersivand û got, "Serokkomar Erdogan bi biryar e ku di demek nêzîk de protokola endamtîyê ya Swêdê bişîne Meclîsê.” Stoltenberg dîyar kir ku wê di navbera Tirkîye û Swêdê de mekanîzmaya ewlehîyê ya dualî bê avakirin û destnîşan kir ku “Swêd wek endameke Yekîtîya Ewropayê wê piştgirîyê bide pêvajoya Tirkîyeyê ya Yekîtîya Ewropayê û serbestîya vîzeyê û xebatên ji bo nûkirina Yekîtîya Gumrikê.”