Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku ew ê ji bo tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomarîyê serî li ber daxwazên Sînan Ogan netewînin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku ew ê ji bo tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomarîyê serî li ber daxwazên Sînan Ogan netewînin.
Erdogan, bersiva pirsên Becky Anderson yê ji CNN International da, ji pêvajoya hilbijartinê bigire heta sîyaseta derve, gelek mijan hat nirxandin.
Li ser pirsa "Heke hûn ji nû ve werin hilbijartin, hûn ê bi rêveberîya Biden re bixebitin an na?" Erdogan wiha bersiv da, “Tu şik û guman tune ye.
Ez bi birêz Biden re jî kar dikim. Eger Biden biguhere jî, kî were şûna ez ê bi wî re jî bixebitim." Anderson, daxwazên Sînan Ogan ên ji bo desteka hilbijartinê bi bîr xist û Erdogan jî da zanîn ku ew ê serî li ber daxwazên Ogan netewînin û wiha got, "Ez ne ew kesê ku bi vê rengê muzakere bikim."