Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulîyeya Serokomarîyê bi daxuyanîyek medyayî xebatên derbarê EYTyê de eşkere kir.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulîyeya Serokomarîyê bi daxuyanîyek medyayî xebatên derbarê EYTyê de eşkere kir.
Erdogan wiha got: "Nêzî 2 milyon û 250 hezar welatîyên me mafê teqawidbûnê bi dest dixin. Ji bo bikaranîna mafê teqawîtbûnê wê ti sînorê temenî namîne." Di daxuyanîyê de Erdogan axaftina xwe wiha domand, “Em ji bo kesên ku ji taşeronên ku tercîh nakin ku tavilê teqawid bibin, veguheztinek veqetandî amade dikin. Em teşwîqên prîma sîgortaya civakî ji bo welatîyên xwe yên ku wê piştî teqawidbûnê bi dayîna prîmên piştgirîya ewlehîya civakî berdewam bikin, didin.”