Wezareta Çandinî û Daristanê daxuyand ku erdên ku 2 salan nehatibe çandin, wê ji çandinîyê bê ve kirin.
Wezareta Çandinî û Daristanê daxuyand ku erdên ku 2 salan nehatibe çandin, wê ji çandinîyê bê ve kirin.
Tê armanc kirin ku li 81 bajaran mîlyonek û nîv hektar erd, ji bo hilberîna berheman were amade kirin.
Wezareta Çandinîyê bêyî ku dest bidin mafê milkîyeta wan, wê zevîyên çandinîyê yên neçandî ji bo çandinîyê bidin kirê . Erdên ku 2 sal li pey hev ji ber parvekirin, pevçûn, koçberî an jî sedemên din nehatine çandin wê bi kirê were bide.
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz jî dîyar kir ku di çandinîyê de serdema reformê dest pê kirîye û wiha got: "Li derdora bajaran wê ciwan bên teşwîqkirin ku hilberînê bikin.
Berhemên xwecihî wê bên teşwîqkirin. Wê li gundan Piştgirîyên civakî zêde bibin. Wê çandinîya bajaran dest pê bike. Piştgirîyên çandinîyê wê bi hilberînê re werin zêdekirin. Wê mesafeya di navbera hilberîner û serfkaran de kêm bibe."