Endamê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û Rêveberê berê yê Odeya Tabîban a Amedê (DTO) Mustafa Yaşa, vê serê sibê li mala xwe ya Amedê hat binçavkirin.
Endamê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û Rêveberê berê yê Odeya Tabîban a Amedê (DTO) Mustafa Yaşa, vê serê sibê li mala xwe ya Amedê hat binçavkirin. Hat dîyarkirin Mustafa Yaşa wî birin Midûriyeta Emnîyetê ya Bajêr, lê belê derbarê sedema binçavkirinê de tu agahî nehat dayîn. Di daxuyanîya li ser hesabê Twîtterê yê SES'ê ya Amedê de wiha hat gotin; "Rêveber û endamê berê yê Odeya Tabîban a Amedê Mustafa Yaşa danê vê sibê bi awayekî derhiqûqî hat binçavkirin. Bi zext, binçavkirin û girtinan kesên ku têkoşîna ked û demokrasîyê didin, hûn nikarin bitirsînin. Hevalê me Mustafa tavilê serbest berdin." Endamê Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) û Rêveberê berê yê Odeya Tabîban a Amedê (DTO) Mustafa Yaşa, vê serê sibê li mala xwe ya Amedê hat binçavkirin. Hat dîyarkirin Mustafa Yaşa wî birin Midûriyeta Emnîyetê ya Bajêr, lê belê derbarê sedema binçavkirinê de tu agahî nehat dayîn. Di daxuyanîya li ser hesabê Twîtterê yê SES'ê ya Amedê de wiha hat gotin; "Rêveber û endamê berê yê Odeya Tabîban a Amedê Mustafa Yaşa danê vê sibê bi awayekî derhiqûqî hat binçavkirin. Bi zext, binçavkirin û girtinan kesên ku têkoşîna ked û demokrasîyê didin, hûn nikarin bitirsînin. Hevalê me Mustafa tavilê serbest berdin."