Endamê Dadgeha Bilind Yuksel Kocaman, îdiaya ku ji Ayhan Bora Kaplan vîlla û siware wergirtîye red kir û got, "Li dijî Suleyman Soylu operasyon heye."
Endamê Dadgeha Bilind Yuksel Kocaman, îdiaya ku ji Ayhan Bora Kaplan vîlla û siware wergirtîye red kir û got, "Li dijî Suleyman Soylu operasyon heye."
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê û endamê Dadgeha Bilind Yuksel Kocaman ku dihat îdiakirin, vîllayeke luks û siwareyek ji Ayhan Bora Kaplan ê ku bi sûcdarîya serokê rêxistina sûc hatîye girtin, wek dîyarî wergirtîye red kir.
Kocaman ji Halk TVyê bi Seyhan Avşar re axivî û dîyar kir ku wî tenê carekê Kaplan li xwaringehekê dîtîye û nas kirîye. Kocaman da zanîn ku binçavkirina Kaplan li dijî Suleyman Soylu operasyonek e.