Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Yunus Emre bertek nîşanê biryara derbarê cemevî ya AKP'ê da.
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Yunus Emre bertek nîşanê biryara derbarê cemevî ya AKP'ê da. "Qanûna torbeyê" a ji 25 xalan pêk tê ku tê de statuya cemevîyan û ji bo xizmên karkerên ku di kana madenê de jîyana xwe ji dest danin mûçe û mehane bê dayin li Meclisê de hat qebûlkirin. Emre wiha got, “Em helwesta cudakar a hikûmetê ya li hemberê welatîyên me yên Elewî qebûl nakin. Cemevî ne navendên çandê ne, cîhê îbadetê ne! Weke Koma CHP'ê me got #Elewîtî di Torbayê hilnayê, me li dijî qanûna torbeyê dengê na da.”