Endamên Platforma Tenduristîyê ya Amedê ku ji alîyê sazîyên tenduristîyê ve li Amedê hat avakirin, doktor Ersîn Aslan ê di 17'ê Nîsana 2012'an de ji alîyê xizmên nexweşan ve hatibû qetilkirin, bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de ku li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê hat lidarxistin de Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan axivî û dîyar kir ku, piştê qetilkirina Ersîn Arslan, di encama xebatên ku ji bo birêkûpêkkirina hiqûqî ya bi bandor pêk anîne, qanûnên hiqûqî her çiqas kêm bin jî hatine çêkirin. Tûran di berdewamîya axavtina xwe de jî wiha got, “Têkoşîna me ya li dijî tundîya tenduristîyê wê di her warî de bidome. Di heyama ku em şîfayê belav dikin de em naxwazin jîyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin bijîn û bidin jîn kirin."