Li navenda Amedê di kargehên ku xwarin û pêdivîyên bingehîn difroşin de kontrol hat kirin.
Midûrîyeta zabitayan ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, kontrolkirina berhemên ku li sûk, xwaringeh û firinan tên firotin, di derbarê dîrok, paqijî, giranî û etîketan de berdewam dike.
Di çarçoveya 6 hezar kontrolên îsal de 10 hezar berhem bi hinceta ku dema wan derbas bûye hatin desteserkirin û îmhakirin.
Derbarê 211 kargehên de ji ber ku dîroka dawî ya berhemên wan derbas bûye re ceza hat birrîn. Cîhên kar hatin hişyar kirin ku berhemên dîroka wan derbasbûye ku ji tenduristîya gel re xetere ye, di beşên firotanê de nehêlin.
Ekîbên zabiteya ji welatîyan xwestin ku di dema kirînê de dîroka dawîbûna berheman kontrol bikin û ger rastê rewşên neyînî hatin gilîyên xwe ji xeta telefona "ALO 153" re ragihînin.