Şaxên Egîtîm Sen yên Amedê derbarê mexdûrîyeta mamosteyên li qadên xizmetê yên mecbûrî dixebitin, daxuyanî da.
Şaxên Egîtîm Sen yên Amedê derbarê mexdûrîyeta mamosteyên li qadên xizmetê yên mecbûrî dixebitin, daxuyanî da.
Hevseroka şaxa Egîtîm Senê Emîne Akşahîn daxuyanî xwend û balkişand ser mexdûrîyeta mamosteyên ku tevî ku li qadên xizmetê yên mecbûrî dixebitin jî, ji mafê zêdekirina pûanên xizmetguzarîyê sûd nagirin. Akşahîn di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna rewa û her wiha daxwazên mamosteyan ragihand Midûrîyeta Perwerdeya Neteweyî ya Amedê.