Bersiv û bertekên li dijî Bahçelî yê ku divê “Li gor me deverek navê wê Amed tune ye” berdewam dikin.
Bersiv û bertekên li dijî Bahçelî yê ku divê “Li gor me deverek navê wê Amed tune ye” berdewam dikin.
Serokê Komeleya Pîşesazî û Mirovên Karsaz ên Amedê (DÎSÎAD) Nurullah Edemen bertek nîşanê gotinên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî da û got, "Zîhnîyeta neteweperest û şovenîst dikare dîrokê jî red bikin." Di daxuyanîya xwe ya nivîskî de Edemen wiha dibêje, “Di nirxandina xwe de qala maça Bûrsaspor û Amedsporê kirîye. Her wiha gotîye devereke bi navê Amedê tune ye. Lê belê navê Amedsporê ev bû 8 sal di TFFê de hatîye tescîl kirin. Ger berçavkeke ku ji bo cîhê Amedê lê ye nîşanê te bide heba ya, wê alîgirên Amedsporê bi dildarî û belaş ji te re bişanda. Lê mixabim pirsgirêk ne ya çavê te, zîhnîyeta we xerab e. Ji bo we, nan di Amedsporê de tun ye.”