Serokê dadgehê ku di rûniştina doza derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de bertek nîşanê parêzeran da, ewil salona dadgehê terikand û piştre danişîn taloqî Tîrmeha 2023’an kir.
Serokê dadgehê ku di rûniştina doza derbarê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de bertek nîşanê parêzeran da, ewil salona dadgehê terikand û piştre danişîn taloqî Tîrmeha 2023’an kir. Danişîna doza der barê qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî de li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Di danişînê de serokê dadgehê salon terikand. Ji parêzerên doza Elçî parêzer Neşet Gîresun bang li serokê dadgehê kir û got, "Heke hûn dixwazin di dîrokê de çîrokekê ji daraza xwe, ji zarokê xwe re bihêlin, di doza Tahîr Elçî de tiştên pêwîst bikin." Ji ber vê gotinê, Serokê dadgehê hêrs bû û got, hûn nikarin zarokê min tevlê mijarê bikin. Parêzeran li çepikan dan û bertek nîşanê axaftina dadger dan. Serokê dadgehê got, "Darizîneke bi vê rengê nîne" û salon terikand. Piştre endamên dadgehê û dozger jî salon terikandin û dadgehê danişîn taloqî 5'ê Tîrmeha 2023'an kir.