Daketina nirxê lîre ya li hemberê Dolarê Amerîka berdewam dike.
Daketina nirxê lîre ya li hemberê Dolarê Amerîka berdewam dike.
Dolar ji nû de derket asta xwe ya bilind a dîrokî. Piştê ku Lîre ya Tirkîyeyê li hemberê Dolarê DYAye ji sedî 1 nirxê wê daket, destê sibê demjimêr 05:30an de dolar derket 20 lîre û 47 quruşan û wek asta herî bilind hat nirxandin.
Di saetên pêş de jî, rêjeya Dolar daket 19 lîre û 98 quruşan. Dolar ku li pîyasaya azad bi hefteyan di bin 20 lîre de ye, di heyama hilbijartinê da li Bazara Mezin a Stenbole biha digihije 23-24 lîre. Di navbera bankayan de jî dolar, bi 22 lîre dihat firotin.