Rêxistinên gel ên demokratîk, sendîka, odeyên pîşeyî û partîyên sîyasî yên Hatayê; Di bin sîwana Platforma 6'ê Sibatê de hatin cem hev.
Rêxistinên gel ên demokratîk, sendîka, odeyên pîşeyî û partîyên sîyasî yên Hatayê; Di bin sîwana Platforma 6'ê Sibatê de hatin cem hev.
Platformê da zanîn ku ew ê di sala ewil a erdhêjê de çalakîya "Hevdîtina Mezin a Hatayê" li dar bixin û wiha daxuyand, "Roja ku me felaket dît, di saet 04.17an de em ê hezkirîyên xwe li Koprubaşi bi bîr bînin û li vir di saet 15:00an de em ê li Qada Maksîmê li hev bicivin û heta navenda bajarê xwe bimeşin û bi hev re dengê welatê xwe bilind bikin.
Em bang li hemû gelê Hatayê dikin ku tevlê meşê bibin. Heta dengê me bê bihîstin, êş û hêrsa me were dîtin û berpirsyar bên cezakirin em ê biqîrin.”