AMED RADYO TV careke din bû hedefa dizan. Li Talaytepeya ku bircên belavkirina sînyalê yên kanal û radyoya me lê ne, dizan cara 6emîn amûrên weşanê yên AMED RADYO TV dizîn.
AMED RADYO TV careke din bû hedefa dizan. Li Talaytepeya ku bircên belavkirina sînyalê yên kanal û radyoya me lê ne, dizan cara 6emîn amûrên weşanê yên AMED RADYO TV dizîn.
Di roja 24’ê Tîrmehê Roja Rojnamevan û Çapemenîyê de hewl hat dayîn ku Amed Radyo ya yekemîn radyoya Amedê ye ku her serê demjimêrê nûçeyan diweşîne, hewl hat dayîn bê deng bikin.
Piştê dizîyê weşana radyo û televîzyona me qut bû. Rêvebirê Weşana Giştî yê AMED RADYO TV û Serokê Komeleya Medyaya Herêmî Ferat Mehmetoglû, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê dizîyê de wiha got: “Em ji nivîsandin û gilîkirinê bêzar bûne, lê diz ji dizîyê bêzar nabin, polîs jî, ji bihîstina şermezarîya me bêzar nabe.
Walîyê bajêr heşê wî li cîyek dine û soza xwe bi cîh neanî! Divê em çi bikin? Ma em 24/7 di nobet û dewrîyeyê de bin? Ji sala 2018’an vir ê de ev bû cara 6’emîn dizî tenê ji me re ye! Walî û Alîkarê Şaredarê Amedê 15 roj in jî randevû nedane me.
Me ewqas car got, li soza xwe xwedî derkeve. Lê belê bê fêde derket.