Li Agirîyê hejmara mirîyên ku dema rê ji ber berfê vedikirin qeza kiribûn derket 4an.
Cenazeyên 2 kesên ku di qezaya maşîneya kar de ku li Agirîyê dema rêya bi berfê vedikirin û qelibîn kortalê û winda bûbûn, hatin dîtin.
Hejmara kesên ku di qezaya maşîneya kar de jîyana xwe ji dest dan ku di dema li navçeya Avkevir a Agirîyê rêyên ji ber berfê girtî vedikirin û qelibîn kortalê de derket 4an.
Operator maşîneyê Necatî Şen ku birîndar bûbû, li nexweşxaneya jîyana xwe ji dest da, cenazeyê Mustafa Taşdemîr jî li cîhê qezayê hat dîtin.
Yasîn Taşdemîr û Raîf Aydin ên winda bûbûn, di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêma qezayê de mirî hatin dîtin.