Bi beşdarîya nêzê 2,5 milyon kesên ku qeydên xwe nû kirin û pêşqeyda xwe çêkirine, pişk avêtina Hecê hat kirin.
Li Salona Konferansê ya Serokatîya Karên Dîyanetê, li ser kompîturê û bi amadebûna noteran ji bo Hecê pişk avêtin hat kirin.
Serokê Karên Dîyanetê Alî Erbaş di pişk avêtinê de axivî û wiha got, "Di dema qeydan de qeydên 2 milyon û 337 hezar û 644 namzedên hecê yên ku ji sala 2007-2023yan vir ve li bendê ne, hat nûkirin û 135 hezar û 421 kes jî cara ewil qeyda xwe tomar kirin.
Di sala 2024'an de bi vî rengê li tevahîya Tirkîyeyê 2 mîlyon û 473 hezar û 65 serlêdan kirin.
Namzedê me yê herî temenmezin ê hecê yê ku ket lîsteyê 114 salî ye û ji Amedê ye û namzedê me yê herî biçûk jî pitika 24 rojî ya ji Êlihê ye." Erbaş bi bîr xist ku qeydên dawîn ên hecê wê di navbera 6-24ê Mijdarê de bên kirin û her wiha dîyar kir ku Serokatîya Karên Dîyanetê li her bajar û her cureyê rawestandina hecê bi rêjeya ji sedî 60 û ajans jî ji sedî 40 wê qeydan bike.