Li Amedê di Otobusên Gel ên Taybet de sîstema bikaranîna biqert ji bo demekî hatibû rawestandin.
Li Amedê di Otobusên Gel ên Taybet de sîstema bikaranîna biqert ji bo demekî hatibû rawestandin.
Serokê Kooperatîfa Otobusên Gel a Taybet Mehmet Pervane piştî hevdîtina Walî Alî Îhsan Su, diyar kir ku pirsgirêk hat çareserkirin û sîstema qertê ji nû ve de aktîf bû. Her wiha Pervane daxwazên cuda cuda yên Kooperatîfa Otobusên Gel ên Taybet diyar kir û axaftina xwe wiha domand: ‘Di çarçoveya çareserîya pirsgirêkan de bi rayedaran re hevdîtinên me didomin. Heke ji bo pirsgirêkan çareserîyên mayînde neyên dîtin, em ê daxuyanîyekî bidin û raya giştî jê haydar bikin.’